AFRINPOST-Taybet
Îro, Pêncşemê teqemeniyek bi rêbenda milîsên dagirkeriya Tirkî li gundewarê herêma Efrînê teqiya ku di encamê de 3 çekdar birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Afrinpostê bi dest xistine, rêbendeke ewlehiyê ya milîsên “polîsên leşkerî” li ser rêya Bilbilê-Şera hat armancgirtin û 3 çekdar bi giranî birîndar bûn. Heta niha ti alî ew teqîn negirtiye ser xwe.
Ji aliyekî din ve, û bi nebûna ewlehiyê, çavkaniyên xwecihî bi bîr xistin ku 2 niştedagîr dema ku bi otomobîla xwe ji cureyê Hyundai ya rengşîn ji bajarokê Raco diçûn bajarê Efrînê hatin revandin.
Tê zanîn ku ew rê di bin kontrola milîsên “El-Hemzat” û “Ehrar El-Şerqiyê” de ye û bi awayekî dorveger bûyerên revandinê li ser vê rêyê çêdibin û bi taybet li geliyê Tîra ku li vî gelî bazirganê Kurd bi navê Seîd hat revandin, piştre termê wî li navçeya Mabeta piştî çend hefteyan ji wendabûna wî hat dîtin.