Şêniyên Efrîn û Şehbayê li Til Rifetê xwepêşandanek li dijî dagirkeriya Tirkî li dar xist

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku îro roja Pêncşemê, bi hezaran ji şêniyên Şehba û koçberên Efrînê xwepêşandaneke girseyî li dijî hebûna dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî li bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Di xwepêşandanê de, xwepêşanderan teqez kirin ku ew hebûna dagirkeriya Tirkî û milîsên wê li nava erdê Sûriyê qebûl nakin û durişmeyên hevgirtina gelê Sûrî berz kir her wiha bêdengiya navdewletî li hemberî sûcên dagirkeriyê şermezar kir.

Xwepêşandanê ji destpêka navçeya Til Rifetê dest pê kir û li kolanên bajarokê geriya ku heta çerxerêya şehîdên komkujiya Til Rifetê dewam kir. Li wir rêzdar Necah El-Hisên li ser navê Meclisa Jina Azad a Şehbayê, rêzdar Cume Kalo li ser navê meclisa kantona Şehbayê axivîn.

Axêveran bal kişandin ser desteka dagirkeriya Tirkî ya leşkerî û madî ji terorîstan re û teqez kirin ku pêwîst e, civaka navdewletî bi erk û peywirên xwe li hemberî sûc û komkujiyên ku dagirkeriya Tirkî derheqê sivîlan de dike , rabe û ji dewletan xwest ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Related posts