2 sal di ser revandina pîrejin Mewlîde Naman re derbas dibin

AFRINPOST-Taybet

Hêjî pîrejina Kurd Mewlîde Naman tevî ku êş û azara çend nexweşiyên domdar dikişîne, di zîndana Raî ya navxerab de ye. Milîs malbata pîrejinê bi berdana wê dixapînin, ku pereyan ji malbatê distînin û ev du sal in, nehatiye berdan.

Milîsên “Firqeya El-Hemze” jina Kurd a temendirêj Mewlîde Naman ji mala wê li gundê Bozîkê yê navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrînê, meha Nîsana 2019”an bi tawana peywendiya li gel YPG”ê revand.

Nûçegihanê Afrinpostê derbarê pîrejinê de, hûrgiliyên nû bi dest xistin ku çavkaniyên wî ragihandin ku milîsan 5000$ weke fidye beramberî berdana wê ji malbata wê xwestiye û wiha dewam kir;

Bi pîrejin Mewlîde re gelek nexweşî wek şekir û dil hene ku ji ber temenê wê yê mezin e, ne pêkan e ku ew qas dem di zîndanê de bimîne.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji dema pîrejin hatiye revandin, milîs ji xwediyên wê mehane 100 an 200$ weke lêçûnên wê heta ku ji zîndanê tê berdan, dibin. Lê belê ew pere nagihêjin jina revandî, her wiha milîsan ji xwediyên wê re digot ku ew dermanan ji wê re dikirin. Lê li gorî nasekî pîrejinê milîsan li wan derew dikirin û tiştekî wiha tune bû.

Di çarçoveyeke girêdayî wê de, sermilîsek ji “Firqeya El-Hemza” gefan li tevahî şêniyên gundê Bozîkê dixwin ku eger fermanên wan bi cî neyînin, wê çarenûsa wan jî wek ya pîrejinê be.

Related posts