AFRINPOST-Taybet
Afrinpost îro ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku desthilatên dagirkeriya Tirkî beriya bêtirî mehekê, şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Sefer Reşo li xaçerêya bajarê Ezazê yê dagirkirî, bin çav kir.
Destpêkê milîsan şênî bi karê di odeya çandiniyê ya Rêveberiya Xweser de tawanbar kir û piştre bin çav kirin.
Reşo bi navê Ewîl tê naskirin, ew yekeyê dê û bavê xwe ye û temenê wî 30 salî ye û xwedî 5 zarokan e, li gel malbata xwe li gundê Hesen Dêra dijî.
Çavkaniyan diyar kir ku Ewîl di rojên pêşîn ên kanûna 2020 de berê xwe dabû bajarê Ezazê da ku rewşa traktora xwe ya çandiniyê çareser bike, lê belê milîsên dagirkeriyê ew li xaçerêyê bin çav kir û bir cihekî ne diyar û hêjî çarenûsa wî xuya nebûye.