AFRINPOST-Taybet
Dizî û talankirina çekdarî ji aliyê milîsên îslamî yên bi nave “Ceyş El-Wetenî û rêxistinên din ên Ixwan Mislimîn derheqê welatiyan de li herêma Efrîna dagirkirî berdewam dike.
Dagirkeriya Tirkî bi armanca berdewamkirina rewşa bê aramiyê li herêmê, çendîn ku bi awayekî aşkere dizî, talanî, desteserkirin û revandin ji aliyê milîsan ve tên kirin, heta niha ti hesab ji ti çekdarî nexwestiye, sedem jî ew e ku Kurdan tengav bike û di encamê de bidin koçberkirin ku guhertina demografîk li herêmê pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê çekdar li navçeya Bilbilê şopandin û da zanîn ku çekdarên dagirkeriyê rêbendeke kontrolê ya demkî di navbera gundê Qurnê û Qestela Xidiriya danî. Çekdarên li ser vê rêbendê du otobûs ku ji gundên Bilbilê dihat, sekinand û siwarvanên wê bi darê zorê şelandin ku hem pere û hem jî telefonên wan ji wan standin.
Nûçegihan diyar kir ku her du otobûs vegeriyan bajarokê Bilbilê da ku li gel navenda milîsên “polîsên leşkerî” li çekdarên wê rêbendê gilî bikin. Li ser giliyê şêniyan, dewriyeyeke milîsan çû cihê bûyerê, lê li wir kesek nedît, ji ber vê yekê ew bê encam vegeriyan navenda xwe, bi ser wê de jî milîsên “polîsên leşkerî” daxwaza lêçûna meşandina dewriyê ji du ajokarên otobusê kirin, ku digihîje 50 hezar lîreyên Sûrî, “bihayê mazotê” ne.
Nûçegihan diyar kir ku operasyon tam di saet heftê sibehê de pêk hat, û dibe ku sûcdar ji milîsên “Lîwa El-Şemal” bin, ku bajarokê Bilbilê û hinek gundên wî dagir kirine.
Li aliyekî din, duh bi êvarê hejmareke mezin ji çekdarên dagirkeriyê li bajarê Efrînê belav bûn. Çekdaran nuqteyên kontrolê “firîn” danîn, û dûv re otomobîlên ku dihatin bajêr dizîn û şelandin. Çekdaran li çerxerêya Kawa du otomobîl bi sebzeyan bargirî bûn û ji bajarê Babê dihatin, sekinandin û li ser her yekê 500 lîreyên Tirkî sepandin. Yek ji wan a şêniyekî Kurd ji gundê Turindê bû û ew ji malbata Naso ye.
Di heman demê de, wan çekdaran li beramberî destûra têketina otomobîlekê bi êzingên germkirinê barkirî bû, 50000 L.Sûrî li ser xwediyê wê, şêniyê Kurd bi navê Reşîd Şukirî sepand. Şênî Reşîd ji şêniyên gundê Qude yê navçeya Raco ye.
Li navçeya Raco jî, milîsên “El-Hemzat” otomobîla niştedagîrekî ji taxa Sukerî ya Helebê ye ku di xaçerêya gundê Berbenê re derbas dibê, bi bihaneya ku otomobî hatiye dizîn, desteser kir.
Nûçegihan teqez kir ku xwediyê otomobîlê piştî du rojan ji desteserkirinê li navenda milîsan vegerî da ku otomobîla xwe vegerîne, lê belê milîsan radestî wî nekir ku piştî 1000$ da, otomobîla xwe bir. Li gorî nûçegihan çekdaran baterî û maşîneya tomarkirinê ji otomobîla wî vekiribûn.