Milîsên dagirkeriyê malên nû yên koçberên Efrînê firotin

AFRINPOST-Taybet

“Afrinpost” firotina nerewa ya mal û milkên Kurd li bajarê Efrîna dagirkirî, ku ji hêla milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û malbatên wan ên niştedagîr ve hatiye dagirkirin, şopand.

Duh, Yekşemê, niştedagîrekî ji gundewarê Şamê mala şêniyekî Kurd bi navê Dawûd Husên li taxa Efrîna kevn, bi 1600 $ pêşkêşî firotinê kir. Şênî Dawûd ji bajarokê Bilbilê ye.

Çekdarekî milîsên “Sultan Mûrad” mala şêniyekî Kurd bi navê Rêzan Mustefa li ser rêya Raco-Efrîn, ku avahiya niştecihbûnê ya malbata “Omo” ye, bi 1500 $ Amerîkî firot. Kirîvan niştedagîrekî ji ji bajarokê Xan El-Esel li başûrê gundewarê Helebê ye.

Çekdarek ji “Cebha El-Şamiyê” mala şêniyekî Kurd bi navê “Cunêd Hasan” ji gundê Qîbarê bi 1000 $ Amerîkî firot, mala hatiye firotin li kolana fîl a taxa Eşrefiyê dikeve.

Milîsên “Ehrar El-Şerqiya û Mihemed El-Fatih” gelek kiryarên firotinê li komeleya xanî (Kolanaa Villat) pêk anîn, di nav wan de du dikanên bazirganî yên şêniyê Kurd bi navê Ehmed Mihemed Necar ku her bi 2000$ firot.

Niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat dikaneke bazirganiyê yê şêniyê Kurd bi navê Ednan Mihemed ji gundê Maratê li komeleya niştecihiyê bi 100$ bim kirê da, lê belê kirêya wê malê ji milîsên Ehrar El-Şerqiyê re diçe.

Related posts