Hêzên dagirkeriya Tirkî navçeya Til Rifetê yê Şehbayê topbaran kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên îslamî îro bi êvarê roja Duşemê bê serûber navçeya Til Rifetê ya herêmên Şehbayê topbaran kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku di encama teqînê de avaniyên niştecihiyê zirar dîtin û derbarê zirarên mirovî de jî heta niha ti agahiyên piştrast nehatine bidestxistin û wiha dewam kir; bêtirî topekê li bajarê Til Rifetê ku tijî şênî ye, ketin û heta amadekirina nûçeyê topbaran berdewam bû.

 

 

Related posts