Milîsên “Feyleq El-Ruhman” li dorhêla kampa Qîbarê darên zeytûnê dibirin û wek êzing difiroşin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Feyleq El-Rehman” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi rêkûpêk darên zeytûnê yên zeviyên li dorhêla kampa Qîbarê dibirin, piştre êzingên wan bi rêya motorsikletan dibin bajarê Efrînê ku li navendeke bazirganiyê li dorhêla mizgefta Bîlal a taxa Eşrefiyê dikeve, difiroşin.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan darên zeviyekî zeytûnan ku di navbera gundê Qîbar û Mêryemînê dikeve, birîn. Ew darên zeytûnê yên şêniyê Kurd Hesen Hesen in ku ew ne li Sûriyê ye, li Almanya dijî.

Di heman çarçoveyê de milîsên “El-Hemzat” zeviyekî zeytûnan li ser rêya Keferşîl-Efrînê dikeve, bi kirê dan niştedagîrekî ji bajarê Xanşêxon ku hejmara darên birî jî 200 dar e. Her wiha erdekî çandiniyê li heman herêmê bi 2000$ heta du salan bi kirê dan.

Heta niha milîsên dagirkeriyê û xwediyên wan ên niştedagîr dawî li bêtirî nîv milyon darên zeytûnê bi rêya birîn û bazirganiyê anîne. Ne tenê darên zeytûnê her wiha darên din jî yên fêkî weke hinar, tû, behîv û gûzan û yên daristanan birîne ku rûpîvanên berfireh bi qasî 10000 Hektar ji şînkahiya herêmê talan û tune kirine.

Related posts