AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bûyera teqîna teqemeniya ji bo şêniyên Mabeta û gundên li derdora wê tengav bikin, bi kar tîne. Tevî ku yê bi navê “Ebû Mihemed Helezonî” ji teqînê rizgar bû, milîsan rêzekirinên tolhildanê derheqê şêniyan de pêk anîn ku herî dawî ji ber danîna kamereyên çavdêriyê qaşo ji bo ewlehiyê bac li ser şêniyan sepandin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku navenda navçeya Mabeta û hejmareke gundên wê dagir kirine, 20$ li ser her dikanekê di sûka bajarokê de bi bihaneya danîna kamereyên çavdêriyê piştî bûyera teqîna teqemeniya di otomobîla yê bi navê “Ebû Mihemed Helezonî” 18’ê Berfanbara 2020 de sepandin.
Sê sermilîsên “El-Şamiyê” bajarokê Mabeta bi rê ve dibin û ew jî ev in;
- Ebû Cafer Henefî ji şêniyên Doma yê gundewarê Şamê
- Ebû Mihemed Hezwanî ji bajarokê Dêr Hafir yê gundewarê Helebê yê rojhilat
- Ebû Eyûb Umer