Milîsên “Sultan Mûrad” bacên darayî yên mezin li ser şêniyên gundê Îkîdamê sepandin

AFRINPOST-Taybet

Di çarçoveya siyaseta tengavkirina jiyana Kurdan li herşma Efrîna dagirkirî, milîsên “Sultan Mûrad” şn dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bacên darayî yên mezin li ser şêniyên gundê Îkîdamê yê Şêrawayê sepandin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê yên taybet, milîsên bi serkêşiya “Ebû Yezen” 200$ li ser her malbateke li gundê Îkîdamê sepand û eger ên ku vê bacê nedin wê maşîne û malên wî werin desteserkirin.

Li vê dawiyê li gund mizgeftek ji aliyê komeleya “Eyadî Beyda” yên Ixwanî hat avakirin. Ew komelên Ixwanî dixwazin hişmendiya tundraw li Efrîna dagirkirî bipeyitînin.

Related posts