AFRINPOST-Taybet
Birin û desteserkirin mal û milkên şêniyên Efrînê bi gelek awayan tê kirin. Çekdarên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî hem rasterast dest datînin ser malên Efrîniyan hem jî bi darê zorê ji şêniyan distînin lê zêde zeviyên zeytûnan û dizîna berhema werzê û birîna dar û daristanan jî ji bo bidestxistina êzingan dewam dike.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî, malek a şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Hecî ji şêniyên gundê Qirigolê ku li taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê dikeve, bi 700$ firot niştedagîrekî ji parêzgeha Idlibê.
Li heman taxê mala şêniyekî Kurd bi navê Arif Xazyana bi 750$ hat firotin.
Li taxa Eşrefiyê jî mala Mihemed Henan ji gundê Çê bi 900$ hat firot ku mala wî li kêleka dikaneke êzingan li nêzîkî mizgefta Bîlal dikeve, ew ji aliyê niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat e. Her wiha niştedagîrê Xûtayî ji çekdarekî ji koma “Ebna Dêr El-Zor” ku di nava milîsên “Cebha El-Şamiyê” de cî digirin, dikanek li jorî herêma pîşesaziyê bi 400 $ kirî.