Li daristana Şêrawayê ji ber teqînekê kesek hat kuştin û yekî jî birîndar bû

AFRINPOST-Taybet

Roja Pêncşemê ji ber teqemeniyekê di daristanên li dorhêla gundê Aqîbê de, kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Di vê derbarê de çavkaniyên Afrinpostê ragihand ku du kesan ji şêniyên bajarokê Niblê yê gundewarê Efrînê yê rojhilat dema ku nêçîr li daristanekê di navbera gundê Aqîbê û Suxanekê yên navçeya Şêrawayê dikirin, teqemeniyek bi wan de teqiya ku yek ji wan rasterast hat kuştin û yek jî birîndar bû, lê heta niha nasnameya wan nehatiye zanîn.

Li gorî statistîkeke rêxistina mafên mirovan rewşên ji ber teqemeniyan hatine tomarkirin wiha ye;

Di 2020 de 83 rewş

Di 2019 de 41 şehîd û 158 birîndar

Related posts