Mehek di ser revandina jineke Êzdî re derbas bû

AFRINPOST-Taybet

Piraniya rewşên binçavkirin û revandinê ku li herêma Efrîna dagirkirî çêdibin, bi armanca bidestxistina pereyan e û piştî çend rojan ji revandinê tên berdan, lê belê hinek rewşên revandinê dirêj dibin ku milîs bi vî awayî dixwazin bêtir fişarê li xwediyên kesên revandî bikin da ku bêtir pereyan bigirin û bi taybet li jin û keçên negihîştî wisa dikin.

Afrinpost agahdar bû ku jina Kurd a Êzdî bi navê Xezale Menan Selmo, piştî ku ji mala wê li gundê Basûfanê hat revandin, rastî îşkenceyeke xurt û tund hat.

Milîs derbarê çarenûsa Xezale ku li gundê Îska di zîndanên milîsan de girtî ye, bê deng in, lê li gorî agahiyên ku tên bidestxistin, Xezale ji ber îşkenceya giran bîrdanka xwe wenda kiriye.

Şênî Xezale Menan Selmo 45 salî, 4’ê Kanûna 2020 ji aliyê milîsên “Feyleq El-Şam” hat revandin. Wê çaxê milîsan ji ber teqîna teqemeniyekê bi tirimpêla sermilîsekî li dorhêla gundê Basûfanê, dorpêçeke dijwar danîbû ser gundê Basûfanê û gundên derdora wê û bi ser malên gund de girtin.

Hêjî şêniyên gundê Basûfan û Buyê yên Şêrawayê ji aliyê milîsan ve tên tengavkirin ku yên dikevin û derdikevin tên venêrîn.

Çavkaniyan teqez kir ku milîsan kesên binçavkirî yên ku hatine berdan(12 ji gundê Basûfanê, 15 ji gundê Buyê), neçar kirin ku derbarê şert û mercên binçavkirina wan ti agahiyan bi kes û alî re parve nekin. Hemû şêniyên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceya giran a milîsan hatin.

  

Related posts