Dagirkeriya Tirkî çarenûsa du xortên Kurd ên revandî xuya nake

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî bêdengiya xwe derbarê çarenûsa bi sedan ji xort û keçên herêma Efrîna dagirkirî ku di çarçoveya siyaserta paqijkirina etnîkî de hatin revandin, dewam dike.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çarenûsa şêniyê Kurd bi navê Ebid El-Qadir Mihemed ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ye ku ji bêtirî 4 mehan ve li ser rêbenda gundê Turindê hatibû revandin, ne diyar e û malbata wî bi xwe jî nizanin ew li ku ye.

Nûçegihan da zanîn ku çarenûsa xortê Kurd yê negihîştî Mihemed Ebdo(16) salî jî, ji şêniyên gundê Kurzêlê ye, ne diyar e. Xort Mihemed ji bêtirî 9 mehan ve li herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê bi tawana birêxistinkirina şaneyeke terorê hat revandin.

Xort karê dozana tirimpêlan li herêma pîşesaziyê dikir. Ji dema ku hatiye revandin û heta niha malbata wî li ser wî tiştekî nizane.

3’yê Çileya 2021 rêxistina Mafên Mirovan ku kampên Şehbayê ji xwe re weke navend digire, derbarê hemû sûcên dijmirovî li Efrînê tên kirin, rapora sala 2020 weşand. Ji wê raporê kopiyek gihîşt ber destê Afrinpostê. Rêxistinê di raporê de da zanîn ku wê 987 rewşên binçavkirin di nav de 92 jin belge kirine. Ji nava wan 10 jin tenê 26 kes hatine berdan.

 

 

Related posts