Zewaca bi zorê keç û jinekê neçar kirin ku ji Efrînê birevin

AFRINPOST-Taybet

Dosya zewaca bi zorê yek ji dozên herî hestyar e. Tiştê balkêş ku qurbaniya wê ji yê sûcdar ji ber navê wê li nava xelkê xera nebe, bêtir li ser bûyerê vedişêre. Di heman demê de bûyerên bi vî rengî çekdarên dagirkeriyê rûreş û bêexlaq nîşan dide. Her wiha teqez dikin ku Tirkiyê çekdarên Ixwanî ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê bi kar tîne.

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku çekdarekî ji milîsên “El-Hemzat”, li li gundewarê Efrînê gef revandina revandina keça malbateke Kurd eger pê re nezewicînin, xwar.

Çavkaniyan diyar kir ku keça Kurd razî nebû bi çekdar re bizewice, lê belê çekdar bi her awayî zor li xwediyên keçê kir da ku bidin wî. Yek ji hewldanan jî ku çekdar bavê keçê du caran li pev hev rakêşî navenda milîsan kir û bi tawanên nerast tirsand.

Di çarçoveya guvaşa li ser malbatê de, çekdêr 200 darên zeytûnê yên malbatê birîn. Piştî ku dît hemû hewldanên xwe bê encam derbas bûn, gefa revandina keçê bi bihaneya tevlîbûna nava Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) xwar. Ji ber ku malbatê nikarî keça xwe ji çekdar biparasta, ew derxist derveyî herêma Efrîna dagirkirî.

Ji bo parastina jin û keçên ku çekdar destdirêkiyê li wan dikin an bi darê zorê pê re dizewicin, Afrinpost navên wan bi bîr naxe.

Girêdayî heman çarçoveyê beriya derdora mehekê, çekdarekî milîsên “El-Hemzat” zor li jineke din a Kurd bi navê Um Lodîn kir ku pê re bizewice. Ji ber vê yekê jin ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê reviya û bi rêya bazirganan xwe gihand herêmên Şehbayê ku hêjî hevjînê wê di zîndanên milîsên Ixwanî de ye.

Related posts