AFRINPOST-Taybet
Ev 3 roj in li pey hev rêbendên ewlehiyê yên desthilatên dagirkeriya Tirkî li têketin û derketina ji bajarê Efrînê ku qaşo bi bi bihaneya lêgerîna li şaneyên DAIŞ`ê yên razayî, Kurdan tengav dikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku leşkerên dagirkeriya Tirkî li ser her rêbendeke bajêr 2 endamên milîsên “Emin Siyasî” zêde kirin ku erka wan jî tengavkirin û tawanbarkirin Kurdan e û bi taybet li ser rêbenda rêya Cindirêsê û gund ê Turindê. Milîs li ser van her du rêbendan ciwanên Kurd ji tirimpêlan datînin û bi tawanên çêkirî lêpirsînê bi wan re çêdikin ku tawana herî sivik jî, derketina nobedariya di dema Rêveberiya Xweser de ye.
Nûçegihan diyar kir ku tevî xurtbûna ewlwhiyê, lê hêjî dizî û şelandina bi darê zorê derheqê malên taybet û giştî yên şêniyan de, bi serbestî dewam dike. Li vê dawiyê çekdaran hinek kabloyên elektirîkê ku li taxa Mehmûdiyê ji aliyê çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” ve hatibûn danîn, hatin dizîn.