AFRINPOST-Taybet
Milîsên “El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Înê 2`ê Çileya 2021 şêniyê Kurd Ebdo Şêx Kedro bi nasnav Ebdo Helaq li gundê Bablîtê yê navçeya Cindirêsê revand. Dema ku çekdarên milîsan dixwestin 220 darên zeytûnê yên wî û birayên wî bibirin, şênî Ebdo Şêx Gedro rê li ber wan girt, ji ber vê yekê milîsan ew revand.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, milîsan Ebdo Helaq bir navenda xwe li gundê Maratê û ji ber ku rê neda milîsan ku daran bibirin, bi giranî îşkence kir. Piştre bi 3 rojan ew berda.
Çavkaniyan diyar kir ku çekdarên “El-Hemzat” ên ku gund dagir kirine, 220 darên zeytûnê birîn û ew jî wiha ne;
– Şêx Ebdil Qadir Şêx Gedro: 100 dar ji eslê 800`î ku beriya wê 1600$ qaşo ji bo parastina zeviyê xwe ji birînê dabû.
– Ebdo Şêx Gedro: 70 darên zeytûnê
– Mistefa Şêx Gedro: 50 darên zeytûnê
Çavkaniyandiyar kir ku milîsan hejmarine din ji darên zeviyên şêniyên gundê Bablîtê birîn. Lê belê navên xwediyên zeviyan û zirara ku dîtine, belge nekirin.
Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsêm wê yên Îslamî 11`ê Adara 2018 gund dagir kir.