AFRINPOST-Taybet
Roja Yekşemê bi nîvro milîsên “El-Hemzat” û niştedagîrên Xûtaya Rojhilat li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bi çekên sivik pev çûn. Di encama pevçûnê de zarokekî niştedagîrên Xûtayê bi guleyekê birîndar bû.
Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “El-Hemzat” hewl da 2 motorsikletên niştedagîrên Xûtaya Rojhilat bidizin. Niştedagîran rê li ber çekdaran girt û pevçûna destan dest pê kir, piştre pevçûna çekdarî dest pê kir ku di encamê de zarokekî Xûtanî li herêma Kaziya Mehmûdiyê bi guleyekê birîndar bû.
Ev ne cara yekê ye ku di navbera her du aliyan de pevçûn derdikevin. Di 28`ê Gulana 2020, li ser kuştina xwediyê dikanekê ji Xûtayê ku bi razî nebû tiştan bi deyn bide çekdarekî “El-Hemzat”, niştedagîrên ji Xûtaya Rojhilat bi ser navenda milîsên “El-Hemzat” a li navenda asayîşê yê berê de girt û di encamê de zîndaneke nepenî ya milîsan ku jinên Kurd tê de girtîbûn aşkere bû.