AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên dagirkeriya Tirkî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” malbateke Kurd bi giştî ji destpêka meha Kanûnê ve li bajarê Efrînê revand û bir cihekî nediyar ku heta niha tawanên ji malbatê re hatine arastekirin nehatin zanîn û tê zanîn ku yekî temen biçûk di nava malbatê de heye.
Çavkaniyan diyar kir ku milîsên “El-Hemzat” hemû endamên malbata şênî Ednan Rehîm Cimo/50salî/ ji şêniyên gundê Keferşîlê ji mala wan li taxa Mehmûdiyê yê Efrînê revand piştre radestî milîsên “polîsên leşkerî” kirin.
Malbat ji 4 kesan pêk tê û ew jî ev in;
- Bav Ednan Rehîm Cemo /50 salî/
- Hevjîn Fatime Mehmûd Honîk /50 salî/
- Keça temen biçûk Elya Ednan Cemo /13 salî/
- Kur Rizgar Ednan Cemo /25 salî/
Li gorî çavkaniyan heta niha derbarê çarenûsa malbatê de ti agahiyên piştrast nîne.