2 top li kampa “Irş Qîbar” a li nêzîkî bajarê Efrînê ketin û birîndar hene

AFRINPOST-Taybet

Êvara roja Çarşemê topek ji aliyekî nenas ve li kampa “Irş Qîbar” yê rojhilatê bajarê Efrîna dagirkirî ku li wir milîsên “Feyleq El-Ruhman” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kom dibin, ket û li gorî nûçeyên ji wir tên, birîndar hene.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dengê teqîna topê li seranserî bajarê Efrînê hat bihîstin. Piştî wê xuya bû ku top li herêma di navbera kamp û gundê Qîbarê dikeve, ket û wiha dewam kir; topeke bi vî awayî îro bi sibehê li heman herêmê ket. Piştî lêketina topê dengê ambulansan ji devera ketina her du topan hat bihîstin û xuya ye birîndar ji herêmê rakirin.

Milîsên “Feyleq El-Ruhman” kampa “Irş Qîbar” ji xwe re weke navendeke leşkerî dibînin. Piştî ku ew ji Xûtaya Rojhilat hatin qewitandin li wê kampê xwe bi rêxistin kirin.

Berî ku Efrîn were dagirkirin, ew kamp navendeke hêzên destwerdana lezgîn ên asayîşê di dema Rêveberiya Xweser de bû û bi navê HAT dihat naskirin ku milîsên dagirkeriyê yekem car 10’ê Adarê kamp dagir kirin.

 

 

Related posts