Milîsên “polîsên leşkerî” li Efrînê sala 2020 bi binçavkirina şêxê eşîreya Bobena bi dawî kir

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî, danûstandinên xwe bi eşîreyên Ereb re bêtir tund kirine ku li dawiya sala 2020 şêxê eşîreya Bobena ya Ereb bin çav kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî, roja Duşemê, 28`ê Kanûna 2020, bang li şêxê eşîreya Bobena ya Ereb Faris El-Xelîl kir û bi tawana danûstandina berê ya li gel Rêveberiya Xweser bin çav kir û heta roja îro derbarê çarenûsa wî de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Şêx Faris El-Xelîl li bajarê Efrînê kesayeteke naskirî ye. Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin ve, her tişt derbarê wî de zelal e û piştî 3 salan û tevî ku bi milîsên dagirkeriyê re alîkar bû hat binçavkirin. Ev yek jî rastiya milîsan a ku ji bo bidestxistina pereyan şêniyan direvînin, piştrast dike.

26`ê Hezîrana 2018 çekdarên milîsên “Ehrar El-Şam” hewl dan traktoreke eşîreyê bidize ku di encamê de rê li ber çekdaran hat girtin û pevçûn derket.

3`yê Çileya 2020 çekdarekî ji koma “Nîdal Biyanûnî” ya milîsên “Cebha El-Şamiyê”, xwest benzînê bi darê zorê ji stasyona sotemeniyê ya ciwanekî eşîreya Bobena bibe, lê ciwanê eşîreyê rê nedayê, ji ber wê yekê çekdar êrîşî wî kir û bi destan pev çûn. Wê demê leşkerên dagirkeriyê destwerdana pevçûnê kir û her du alî bin çav kirin û birin seraya(avaniya waliyê dagirkeriya Tirkî).

23`ê Sibata 2020, çekdarên milîsên “El-Hemzat” bi ser 2 malên ciwanên eşîreya Bobena li nêzîkî çemê Efrînê girtin û hewl dan wan destser bikin û niştedagîrên ji gundewarê Idlibê di wan malan de bi cî bikin ku wê demê jî pevçûn di navbera wan de derketin.

Tê zanîn ku ji dema dagirkeriya Tirkî û şûnde, dagirkeriyê hewl da ku eşîreyên Ereb ber bi xwe ve bîne da ku ji wan re kar bikin.

Related posts