Milîsên “El-Hemzat” keçeke Kurd ji zîndaneke nepenî ya bajarê Efrînê berda

AFRINPOST-Taybet

Piştî dîmenê ku hebûna jinên Kurd ên girtî li ba milîsên “El-Hemzat” xuya kir, êdî doza wan bû naveroka gelek raporên mafnasî û ragihandinê. Milîsan ew jinên girtî birin gelek navend û zîndanên xwe ji zîndana milîsên “El-Hemzat” birin navenda “polîsên leşkerî” û zîndana Basûtê ku li dawiyê li beşa jinan a zîndana Maratê bi cî bûn û yek bi yek li pey hev hatin berdan û di vê çarçoveyê de li vê dawiyê jina girtî ya bi navê Nazliye Ebid El-Ruhman Nasan hat berdan.

Têkildarî wê, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” keça Kurd Nazliyê Ebid El-Ruhman Nasan 38 salî ji şêniyên gundê Xelnêrê di 27’ê Kanûnê 2020 de ji zîndanê berda. Nazlî yek jinên ku di zîndana milîsên “El-Hemzat” de roja ku çekdar û milîsên “Ceyş El-Îslam” û “Ehrar El-Şamiyê” bi ser de girtin, 28’ê Gulanê 2020 hat dîtin.

Milîsên “polîsên leşkerî” 12’ê Tebaxa 2018’an, saet 02:00 bi şev bi ser mala wê ya taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê de girt û ew li gel xwîşka xwe Firyal ya 36 salî bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin.

Xwîşka wê Firyal meha Rêbendanê hat berdan û Nazlî jî li ba milîsên “polîsên leşkerî” girtîbû, ma û li vê dawiyê milîsan ew derbasî beşa jinan a zîndana Maratê ya navendî kir.

Milîsan ji berdana ciwana bi navê Newroz Bekir dest bi berdana jinên girtî kirin û ew jî piştî bûyera biserdegirtina milîsên “El-Hemzat” bi çend rojan hat. Di 2’ê Kanûna 2020 de her du keçên xwîşkên hev Loncîn Mihemed Xelîl Ebdo(1995) ku xwendekar e û xwîşka wê Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo(2001) ku dema ji naverasta bajarê Efrînê revandin 17 salî bû. Piştî 30 mehî ji revandinê hatin berdan.

10 Kanûna 2020 jî ciwana bi navê Heyfa El-Casim ji zîndana Maratê ya navendî hat berdan.

 

 

 

Related posts