AFRINPOST-Taybet
Çekdar û xwediyên wan ji niştedagîran birîna darên berhemdar li zeviyên çandiniyê yên herêma Efrîna dagirkirî bi mebesta ku ji aliyekî ve bazirganiyê bi êzingan bikin û ji aliyekî din ve jî debara jiyanê ya şêniyên Kurd li herêmê ji holê rakin, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçagihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “El-Hemzat”, di nav de 65 darên zeytûnê, bi dehan ji darên berhemdar ên şênî Dawûd Xidir li gundê Feqîra yê Cindirêsê birîn.
Her wiha çekdaran zeviyên hinar û mişmişê li herêma di navbera gundê Kurzêl û Eyn Darê armanc kirin û derdora 35 darên berhemdar birîn da ku bikin êzing.
Li navçeya Bilbilê jî, çekdarên milîsên “Siqûr El-Şemal” derdora 1000 darên zeytûnê û 15 darên behîvê li gundê Qizilbaşa bi armanca bazirganiya bi êzingên wan birîn. Darên birî yên koçberê Kurd Dilşêr Xelîl in. Hat zanîn ku çekdaran mala wî û hemû mal û zeviyên endamên malbata wî desteser kirin.
Her wisa heman çekdarên milîsan 130 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd Mihemed Hesen Mistefa ji koka wan ve li gundê Bîlê yê Bilbilê birîn.
Li navçeya Mabetayê jî, çekdarên “El-Hemzat” 900 darên zeytûnê yên van şêniyan birîn û ew jî ev in; Ehmed Kêfo 600 dar û Mihemed Şêx Mehmûd 300 dar