Piştî 3 salan ji revandinê, dagirkeriyê du birayên hev ji Badîna berdan

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Sêşemê 29’ê Kanûnê 2020, du birayên hev bi navê Enwer Mihemed Mihemed û Hisên Mihemed ji şêniyên bajarokê Badîna yê navçeya Raco, piştî 3 salan ji revandinê(Nîsana 2018’an), berdan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Afrinpostê ragihandine, desthilatên dagirkeriya Tirkî her du birayên hev ji zîndana Maratê ya navendî berdan. Milîsan ew her du bira ji ber paşdeçûna rewşa wan ya tenduristî, ji beriya 6 mehan ve derbasî zîndana Maratê kiribûn.

Malbata wan ji dema ku her du xort ji aliyê milîsên Îslamî û istixbarata Tirkî ve hatine revandin û heta dema berdana wan, ti agahî derbarê wan de nizanîn. Tiştê ku tê zanîn ku di rojên pêşîn ên dagikirina bajarokê, milîsên “Muntesir Billah” û “Ehfad El-Resûl” û “Lîwa 112” bajarok di navbera xwe de parve kiribûn, lê belê dagirkeriya Tirkî milîsên “Muntesir Billah” veguhestin gundê Qûpê (Hemşlek) û milîsên “Lîwa 112” ku yê bi navê “Ebid El-Kerîd Qesûm” sermilîsê wê ye, şêniyên Kurd ên li bajarokê mane li gorî kêfa xwe tevdigerîne.

Tê zanîn ku hêjî 3 hemwelatiyên din ên bajarokê ji bêtirî 2 salan ve wenda û revandî ne û hêjî çarenûsa wan heta roja îroyîn ne diyar e û ew jî ev in; Xelîl Abdîn Hebeş, Hacî Abdîn Hebeş(her du birayên hev in) û xort Îbrahîm Xelîl Ebdo ku di demên cuda de hatin revandin.

Hêjî bi sedan ji şêniyên Kurd çarenûsa wan ne diyar e, ew di girtîgehên nepenî û aşkere yên dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn de ne. Tevî wê jî heta niha rêxistinên navdewletî rewşa girtiyên Kurd paşguh kirine û li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê bê deng in.

Related posts