AFRINPOST-Taybet
Serdana serçekdarên rêza pêşîn a “Heyeta Tehrîr El-Şam” (Cebhet El-Nusra) ji Efrînê re di bin serenava kordîneyê de hat û encama wê jî ku bêtir çekdar ji bo xizmeta armancên Tirkiyê û plana wê li herêmê, bi cî bûn.
Serçekdarên “El-Nusra” li Efrînê
Serdana serçekdarên “Heyeta Tehrîr El-Şam” (El-Nusra) ji Efrînê re di çarçoveya asayî ya nûçedayînê de nayê, lê divê di çarçoveya plana Tirkiyê û talîmatên istixbarata wê de cidî werin berçavgirtin.
Du serdanên li pey hev ji aliyê yê Siûdî “Abdullah El-Mihêsinî” pev “Mulih Elyan” bo Efrînê da ku bi sermilîsên “Feyleq El-Şam” ên nêzîkî Enqere re hevdîtinê bikin, piştî wan yê bi navê” Ebid El-Rezaq El-Mihdî” ku hevdîtin bi sermilîsê “Silêman Şah El-Emşat” re çêkir, serdana herêmê kir. Van her sê sermilîsan ragihandina “Heyeta Tehrîr El-Şam” dema hat damezirandin bi daxuyaniyekê, pîroz kir. Wan her sê milîsan li gel yên din di 28’ê Çileya 2017’an de damezirandina “Cebhet El-Nusra” pîroz kir.
Armanc ji vê serdanê damezirandina odeyeke operasyonan a hevbeş ji bo berjewendiyên Tirkiyê û şerên wê li herêmê. Ev jî di çarçoveya pêkanîna laşekî leşkerî yeke hevgirtî û hêvî dike ku “Heyeta Tehrîr El-Şam” rasterast tevlî bibe yan jî xwe bihelîne.
Odeya Operasyonan a Hevbeş?
Armanc ji van her du serdanan damezirandina Odeyeke Operasyonan a Hevbeş e da ku berjewendiyên Tirkiyê bi cî bînin. Û ne dûr e ku Heyeta Tehrîr El-Şam li herêmên dagirkirî werin dîtin.
Şaxa El-Qaîdê ya Sûriyê(Heyeta Tehrîr Şam-Cebhet Nusra) hewl dide hebûna xwe bi rengekî aşkere piştî ew qas sal ji karê bi dizî, li herêmên ku Tirkiyê dagir kiriye, zêde bike.