Milîsên “Cebha Şamiyê” avaniyeke niştecihiyê bi 3000$ firot

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîr û milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bazirganiya bi mal û milkên koçberên Efrînê li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Û idîayên opozisyona Sûrî-Ixwanî jî derew in û ti mafan ji şêniyên Kurd re venagerînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku koma yê bi navê “Oso” ku sermilîsê “Cebha Şamiyê” ye, avaniyeke niştecihiyê bi giştî ku hê bi dawî nebûye bi 3000$ firot niştedagîrekî Xûtanî.

Avanî li dorhêla dibistana Meyselon “pirtûkxaneya Reşe” li taxa Eşrefiyê dikeve û ew avanî ya koçberê Kurd Ebû Hisên e, ew ji şêniyên gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê ye û wiha dewam kir;

Avanî ji 8 şiqeyan û hejmareke dikanên bazirganiyê pêk tê, niştedagîr avanî bi giştî kirî û niha dest bi çêkirina hundirê şiqeyên wê kiriye.

Qaşo serokê ya bi navê “Nesir El-Herîrî” di nava konferanseke çapemeniyê de ku 24’ê Kanûnê li dar ket de got: “komîteyek ji bo vegerandina mafên şêniyên Kurd li Efrînê hatiye avakirin û hevalên me yên di Encûmena Niştîmanî ya Kurdî jî baş dizanin ku çawa em rewşên bi vî awayî dişopînin”.

 

 

 

Related posts