Du niştedagîran dema ku hewl didan kabloyên tansiyona bilind li bajarê Efrînê bidizin, pê hatin kuştin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe roja Duşrmê agahdar bû ku 2 niştedagîr Çarşema derbasbûyî, dema ku hewl didan kabloyên elektirîkê ji xeta tansiyona bilind li bajarê Efrînê bidizin, pê bi elektirîkê hatin kuştin.

Nûçegihan diyar kir ku her du niştedagîr hilkişîn ser bircê elektirîkê yê tansiyona bilind yê ku li xaçerêya daristanê ya li ser rêya Turindê dikeve û hewl dan ku kabloyan bibirin û bidizin da ku weke baqir bifiroşin, lê belê elektirîk bi wan ket û rasterast jiyana xwe ji dest dan.

Çekdar û xwediyên wan ji niştedagîran bi awayekî zêde dest bi pêngavên dizînê kirine. Ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine 18’ê Adara 2018’an, gelek torên kehrebe, telefon, av, peywendî û hesinên trênê dizîne her wiha zirareke mezin jî gihandine amûrên giştî yên xizmetguzariyê.

Related posts