Li bajarê Efrînê niştedagîran 3 malên şêniyên koçberkirî firotin

AFRINPOST-Taybet

Çekdar û niştedagîr di bazirganiya mal û milkên şêniyên Efrînê de bi handan û destekdayîna desthilatên dagirkeriyê ji bo peyitandina guhertina demografîk dewam dikin ku di çend rojên dawîn de 3 malên koçberên Efrînê li taxa Eşrefiyê û Zêdiyê yên Efrînê firotin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî mala şêniyê Kurd bi navê Ibrahîm û mala bavê wî Nûrî Îbrahîm beramberî 1800$ firotin. Her du mal li taxa Efrîna Kevn li dorhêla mizgefta Şêx Şewax dikevin.

Her wiha mala şêniyê Kurd Şadî Mihemed ji şêniyên gundê Stêr li taxa Zêdiyê bi 600 $ firot ku mal ji ode û salonê pêk tê.

Li bajarê Efrîna dagirkirî firotin û kirîna mal û milkên Efrîniyan bêserûber tê kirin. Niştedagîr û çekdar bi armanca bidestxistina pereyan malên desteserkirî di navbera hev du de difiroşin ku tenê navên xwe li ser malên desteserkirî dinivîsin û piştre bazarê bi wan dikin. Ji ber şandina wan ji çeperên şer ên derveyî Sûriyê, çekdar malên desteserkirî difiroşin ji xwe dikin pere da ku eger guhertinek di rewşa siyasî û leşkerî çêbû, pereyên malên destserkirî misoger bikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji aliyê xwe ve di raporeke xwe de ku 24’ê Kanûnê belav kir da zanîn ku wê 240 rewşên desteserkirinên nû yên malên Kurdên koçberkirî belge kirine û ev hejmar tenê ji malên desteserkirî yên hatine naskirin in. Her wiha zeviyên zeytûnan jî bi taybet li gundewarê Efrînê rûpîvanine mezin hatine destserkirin.

Related posts