Ciwanekî Kurd piştî 20 mehan ji binçavkirinê hat berdan û yekî din jî pev traktora wî hat revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Pêncşemê 24’ê Kanûnê xortê Kurd bi navê Ferhad Bêrem Egîd ji zîndana Maratê ya navendî piştî 2 salan ji binçavkirina wî bi tawana tevlîbûna nava YPG’ê ya dema Rêveberiya Xweser berda.

Xort Ferhad ji şêniyên gundê Hebo yê Mabeta ye, di rojên pêşîn ên meha Nîsana 2019 de ji aliyê çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” ve ji mala wî ya li taxa Efrîna Kevn  hat revandin û piştre  ew radestî “polîsên leşkerî” kir ku beriya 2 rojan hat berdan.

Di heman çarçoveyê de, çekdarên dagirkeriyê beriya hefteyekê şêniyê Kurd Riyad “Ebû Kaûd” pev traktora wî li bajarê Efrînê revandin  û nehat zanîn ku tawana wî çi bû û hêkî çarenûsa wî heta roja me ya îroyîn nediyar e.

Şênî Riyad bi traktora xwe karê firotina ava vexwarinê dike.

 

 

 

 

 

 

Related posts