AFRINPOST-Taybet
Roja Duşemê li gundê Meydankê yê navçeya Şera pevçûnên tund li ser mafdariya desteserkirina mala koçberekî Kurd di navbera du komên milîsan de rûdan.
Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku destpêkê her du milîs li ser desteserkirina mala koçberekî Kurd bi navê Osman li hev nekirin, piştre pirsgirêk mezin bû û bi çekên sivik û navîn pev çûn. Di encama van pevçûnan de kalemêrekî Kurd bi navê Ibrahîm Cebir rastî guleya çekdaran hat û şêniyan ew rakir nexweşxaneya Ş. Ferzende ya leşkerî li bajarê Efrînê.
Nûçegihan da zanîn ku ji ber pevçûnan tirs li nava şêniyan belav bûye û ji ber wê yekê dikanên bazirganiyê tên girtin.
Beriya wê bi rojekê pevçûnên mîna wê li ser mafdariya desteserkirina mala koçberekî Kurd li Şehbayê di navbera milîsên “El-Zinkî” û “Feyleq El-Mecid” li naverasta bajarê Cindirêsê rûda. Wê çaxê hejmarek birîndar bû û 15 çekdar jî hatin kuştin.
Hêjî li bajarê Cindirêsê di navbera milîsan de tansiyon heye û sûk û dikan girtî ne û tevgera çûn û hatinê ya şêniyan li nava bajêr sekinî ye.