AFRINPOST-Taybet
Leşkerên Tirk û çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” li ser desteserkirina mala jineke Kurd li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê ji sê salan ve dewam dike. Jinebiya Kurd û zarokên wê jî zehmetiya dabînkirina malekê ku tê de bijîn li bajarê Efrînê dibînin.
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku leşkerên Tirk û çekdarên wê ji “Siqûr El-Şemal” mala jina Kurd (Ş.D) desteser kiriye û ji sê salan ve nahêlin jin û zarokên wê lê vegerin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çekdaran bi wê tenê nekirin ku piştî keçên jinê daxwaza mala xwe kirin, hewl dan wan şantaj û destdirêjiyê li wan bikin.
Ji wê demê û şûn de malbat di malên kirêkirî de dijîn, lê belê rewşa wan a madî gelekî kembax bû û niha li malên dostên malbatê dimînin.