AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên “Ceyş El-Îslam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn sibeha roja Yekşemê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bi zorê pere ji niştedagîrekî Idlibî standin.
Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku çekdarên ji koma yê bi navê “Ebû El-Xêr” a milîsên “Ceyş El-Îslam” kelûpel ji tirimpêla niştedagîrê Idlibî danîn. Her wiha 4500 L. Tirkî lê zêde 250 L.Sûrî ji niştedagîr standin.
Koma çekdar di heman rojê de du duçerxe li taxa Eşrefiyê dizîn. Yek a niştedagîrekî Helebî bû û ya din jî ya şênî Mihemed Elî ku ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ye, bû.
Proseya birina bi zorê ya sêyemîn jî, milîsan çalakvanekî hawarçûnê armanc kir. Ew li bajarê Efrînê revand û hemû pereyên wî jê standin, piştre lê da û avêtin zeviyekî li dorhêla bajarê Efrînê.