AFRINPOST-Taybet
Îro bi sibehê li bajarê Cindirêsê yê Efrînê di navbera milîsên “El-Zinkî” û “Feyleq El-Mecid” de pevçûnên tund rûdan. Di navbera her du milîsan de, li ser mafdariya desteserkirina mala koçberekî Kurd de nakokî derketin û di encamê de milîsên “El-Zinkî” niştedagîrek bi ser “Feyleq El-Mecid” ve bin çav kir û pevçûn rûdan.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku pevçûn roja Şemiyê bi şev rûdan û sibeha Yekşemê jî bêtir tund bûn ku heta nîvro domandin. Di encama pevçûnan de çekdarekî “Feyleq El-Mecid” hat kuştin û 14 jî ji her du aliyan birîndar bûn.
Nûçegihan diyar kir ku çekdarên “El-Zinkî” roja Şemiyê niştedagîrek ji bajarokê Zemelke yê gundewarê Şamê bi navê “Mahir Ebû El-Foz” bin çav kir. Bêtirî 25 çekdar û 4 maşîneyan beşdarî binçavkirinê bûn û yê bi navê “Mahir” bir cihekî nediyar, piştre koma bi navê “Fîras Bîtar” ên milîsên “Feyleq El-Mecid” destwerdan kir û rasterast gef li “El-Zinkî” xwar. Lê belê dîsa “El-Zinkî” daxwaza “Feyleq El-Mecid” red kir ku wan bi topên RBG êrîşî navenda milîsên “El-Zinkî” kir û navend şewitî.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi armanca aramkirina rewşê hewl dan di navbera wan de navbeynkariyê bikin, lê belê hewldana wan bi encam nebû. Piştre milîsên “polîsên leşkerî” û komîteya “vegerandina mafan” destwerdana kir û hêjî heta niha danûstandina di navbera aliyan de bê encam didome.
Ji ber nakokiyên her du aliyan hêjî tansiyon li bajêr heye ku her du milîsan sekvan danîne ser avaniyan.