AFRINPOST-Taybet
Serokê tûgaya “Şemal El-Demokratîk” ya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) Ebû Umer El-Idlibî derbarê serdana El-Mihêsînî de axivî. El-Idlibî got ku El-Mihêsînî bi mebesta avakirina rêxistineke giştî ji komên çete re di bin sîwana “Ceyş El-Wetenî” de û di qonaxa veguhêz de li gel rêjîma Sûrî tevlî danûstandinan bibin û nêrîneke siyasî li gorî civînên Astanayê bidin û pêşkêşî civaka navdewletî bikin, pêk hat.
Serokê tûgaya ÎŞemal El-DemokratîkÎ li gel Afrinpostê axivî û ev tişt anî ziman: El-Mihêsînî “Cebhet El-Nusra” û Tirkiyê weke hevalbendên xwe dipejirîne. Beriya ku serdana Efrînê bike, tiwîtek belav kir û tê de got ku nakokî yan lihevkirina bi Tirkiyê re bidin aliyekî, lê eger tu bi xwe re durist bî tu yê bizanî ku Tirkiyê destekê dide her rêxistina ku pê re dibe hevalbend. El-Idlibî diyar kir ku ne tenê El-Mihêsînî serdana Efrînê kir, ew li gel “Muslih El-Elyan” ê Siûdî yê têrorîst bû.
Afrinpostê 1’ê Berfanbarê derbarê binçavkirina Abdullah El-Mihêsînî de li ser rêya vegera wî ji Idlibê de nûçeyek belav kir û da zanîn ku ew li ser rêbenda milîsên “El-Hemzat” li gundê Basûtê piştî ku civînên xwe li Efrînê li gel desthilatên dagirkeriya Tirkî û sermilîsên “Feyleq El-Şam” qedand hat binçavkirin.
Fermandar Ebû Umer El-Idlibî destnîşan kir ku serdana El-Mihêsînî ji Efrînê re hemwextî bûyerên din pêk hat û wiha axaftina xwe bi dawî kir: Serdan hewwextî daxuyaniyên “Nesir El-Herîrî” serokê qaşo opozisyona Sûrî derbarê sazkirina desteya hilbijartinên ji bo hilbijartinnê Sûriyê de hat. Xuya ye ew ê li gel rêjîma Sûriyê li gorî biryarên Astanayê piştî dema serokatiya Beşar El-Esed lihevkirinekê bikin.