AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Semerqend” ên dagirkeriya Tirkî, 23’ê Mijdara 2020 bi ser gundê Hesîrkê yê navçeya Cindirêsê de girt û hemû şêniyên wî qewitandin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê milîsan ji ber ku wan û şêniyan li ser nirxê fidyeyên li ser guvaştgeha malbata Ereb li hev nekirin, tevahiya şênî ji gund qewitandin.
Nûçegihan da zanîn ku milîsan bi ser 12 malên gund de girtin û guvaştgeha gund jî piştî revandina 3 birayan(xwediyên guvaştgehê) bi navê Ebûd, Xelîl û Mistefa Ereb desteser kir. Milîsan ew bir navenda xwe li gundê Kefer Sefrê û li wir ew îşkence kirin.
Nûçegihan teqez kir ku piştî 3 rojan ji revandinê, beramberî fidyeyeke malî bi qasî 40 milyon L. Sûrî, lê zêde 80 tenekeyên zeytê ji guvaştgehê talan kirin, ew her sê bira berdan. Her wiha milîsan rê da ku şêniyên gund piştî dayîna fidyeyên malî vegerin malên xwe.
Li gorî rapora ofîsa ragihandinê yên Partiya Hevgirtina Kurdî, milîsan Abdullah Xelîl Mûrad ji şêniyên gundê Kefersfrê di hema çarçoveyê de revand û diyar kir ku şênî Mûrad ji ber lêdan û îşkenceya giran hêjî di nivînan de ye.