Li Şiyê milîsên “polîsên leşkerî” jinek, kur û neviyê wê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di revandina şêniyan de bi armanca xwestina fidyeyê di bin gef, tirs û îşkenceyê de dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” jinek, keç û neviyê wê revandin ku beriya wê jî lawê wê revandibû.

Nûçegihan destnîşan kir ku 5 şêniyên Kurd li vê dawiyê li navçeya Şiyê rastî îşkence, binçavkirin û revandinê hatibûn û di nava wan de 4 kes ji heman malbatê ji gundê Enqelê yê Şiyê hebûn.

Her wiha milîsên “polîsên leşkerî” roja Înê 27’ê Mijdarê 2020, jineke Kurd bi navê ji şêniyên gundê Enqelê yê Şiyê pev keç wê û neviyê wê bin çav kirin û navên wan jî ev in:

Nûrhan Hesen Kîlo (55 salî)

Cozfîn Şêx Mihemed Mihemed (35 salî) pev kurê wê yê temen biçûk Cofan Mihemed Ehmed (14 salî)

Milîsan ew bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Beriya wê şênî Mîkaîl Şêx Mihemed Mihemed (34 salî) ku kurê jina bi navê Nûrhan ji aliyê çekdarên milîsên “El-Weqas” ve, roja Çaeşemê di 25’ê Mijdara 2020 de hatibû revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Têkildarî heman çarçoveyê, milîsên “Silêman Şah” (El-Emşat), roja Înê 27’ê Mijdarê 2020 şênî Bekir Cemîl Reşwelîk(45 salî) ku mixtarê gundê Çeqela Navîn ê Şiyê revand û ew bi giranî îşkence kir, piştre fidyeyeke malî mezin bi qasî 5000$ ji malbata wî xwest.

Related posts