AFRINPOST-Taybet
Li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa roja Înê 27’ê Mijdarê gunehkariyeke derasayî derheqê zarok û kalemêrekî Kurd de hat kirin. Komeke çekdar kalemêr Ebid El-Ruhman Hemo 70 salî, xort Hemo Cengîz Necar 70 salî kuştin û xort Mesûd Mecîd Hisên jî 30 salî bi guleyeke wan dema direvî birîndar kir. Her wiha kesekî 4’ê jî xwe bi zehmetî ji herêmê sûc xilas kir. Ew her 4 şêniyên Kurd dema li dorhêla gund karên çandinî û çêrandina pez dikirin rastî êrîşa vê koma çekdar hatin.
Derbarê gunehkariya çekdaran de, şêniyekî gund û bêyî ku navê xwe bîne ziman ji Afrinpostê re axivî. Şênî got ku kurê kalemêrê şehîd dema avêtina guleyan zêde bû, xwe di pişt kevirekî de veşart. Çekdarek gihîşt ba wî û jê pirsî ku ew li wê herêm çêdike? Xort bersiv da û got ku ew erd dajo û bavê wî jî bi 400 M ji wî bi dûr bû, pez diçêrand. Piştre çekdarên din ên heman milîsên ku gund dagir kirine, berê xwe dan zarok Hemo û ew di cî de kuşt.
Vîdeo li ser kenalên sosyal medya belav bû ku tê de termê şehîd Hemo bi ku di nav de 2 gule sekvanî bi gelek guleyan hatibû kuştin.
Di vê çarçoveyê de Afrinpostê peywendî bi çavkaniyeke xwecihî re çêkir û agahiyên teqez jê girtin.
Li gorî çavkaniya Afrinpostê, çekdaran gunehkarî li herêmekê bi navê Simaqûkî û bi 2 KM li bakur û rojhilatê gund dikeve û li nêzî wê jî baregeheke leşkerî ya dagirkeriya Tirkî heye û wiha dewam kir; çekdaran li wir bi xwînsarî zarok û kalemêr kuştin ku beriya wê jî ew îşkence kirin û di nava rojê de 10 gule li laşê wî berandin.
Çavkaniyê diyar kir ku dagirkeriyê ev gunehkarî bi zanabûn kir û xist stûyê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRF). Û piştî ku kalemêr û zarok kuştin, topavêja wan dest bi topbaranê kir û dorhêla gundê Suxanekê bi topbaran kir da ku bide xuyakirin ku (HRF) ew kuştin û piştre reviyan.