AFRINPOST-Taybet
Milîsên dagirkeriya Tirkî ji şeva Şemiyê ve li bajarokê Raco dest bi binçavkirina niştedagîrên ku tevlî xwepêşandana paşdeçûna rewşa jiyanî bûne, kirine.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Raco ragihand ku milîsan di çarçoveya pêngava binçavkirina niştedagîran de, 12 niştedagîr bin çav kirin û hêjî binçavkirin berdewam e.
Li gorî agahiyên herî dawî hejmara niştedagîrên binçavkirî di nav de xortên Kurd hebûn, gihîşt derdora 200 xwepêşanderî.
Duh roja Şemiyê bi dehan ji niştedagîran ji ber paşdeçûna rewşa jiyanî li navçeyê xwepêşandanek li dar xist. Niştedagîran di xwepêşandanê de daxwaza başkirina rewşa jiyanî kirin. Ji ber vê yekê milîsan dest bi binçavkirina wan kirine.