Malên şêniyên gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê rastî diziya milîsên Îslamî tên

AFRINPOST-Taybet

Ji ber tevlihevî û nebûna ewlehiyê ku dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwan Mislimîn sedemkar e, gelek malên şêniyên Kurd li gundê Birc Ebdala yê navçeya Şêrawayê rastî dizî û talaniyê tên.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku gelek bûyerên diziyê li gundê Birc Ebdala çêbûn ku navmaliyên cuda û amûrên çandiniyê yên şêniyên gund hatin dizîn.

Nûçegihan bi bîr xist ku dizan tabloyên enerjiya rojê ji mala şênî Ebû Hemîd, batariya traktora çandiniyê ji mala şênî Ehmed Betal û xertomên avdanê ji zeviyên li kêleka girê gund û li ser rêya sereke dikevin, dizîn. Lê zêde darên hinarê jî birîn.

Ji dema ku dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Îslamî herêma Efrînê dagir kirine, çekdar nebûna ewlehî wek derfet dîtin û xêrûbêrên herêmê dizîn û talan kirin. Niha milîsan dest bi diziya mezin kirine ku ew jî, diziya berhemên zeytûnên şêniyên Kurd e ku ew bi her awayî zeytûnan didizin û bacan li ser xwediyên erdan disepînin.

Related posts