Li bajarê Efrînê konên sersaxiyê ji çeteyên kuştî li Azerbeycanê re her demekê tên danîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku îro milîsên “El-Hemzat” konekî sersaxiyê ji 3 çeteyên xwe re ku di şerê li Qerebaxê de hatin kuştin li bajarê Efrînê danî. Nûçegihan da zanîn ku kuştiyek bi navê Xidir El-Mihemed di nava wan de hebû.

Milîsên “Sultan Mûrad” jî, konê sersaxiyê ji çeteyên xwe yên kuştî li Azerbeycanê re li taxa Efrîna Kevn li kolana Bobena danî û wiha dewam kir;

Sermilîsê wan gelek pere ji yên ji bo xwediyên kuştiyan re tên dayîn, dizîn û tenê hinek pere dan xwediyên wan.

Nûçegihan diyar kir ku li gorî girêbesta çetetiyê, eger çete di şer de hat kuştin, 35000$ beramberî xwîna wî ji xwediyên wan re tên dayîn, lê belê heta çavên sermilîsan li pereyên çeteyên xwe ne ku milîsên “Sultan Mûrad” li şûna 35000$, 35000 L.T pêşkêşî malbateke çeteyekî xwe û 4000$ jî dan jina çeteyê kuştî.

Related posts