AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn û xwediyên wan, bazirganiya bi mal û milkên şêniyên Efrînê yên koçber û li Efrînê mane, berdewam dikin. Çekdar û xwediyên wan ên niştedagîr bi van kiryarên xwe mafên mirovî bin pê dikin, û bi handana desthilatên Enqere mafweriyê paşguh dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji Til Rifetê mala şênî Mihyedîn Xelîl li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê firot. Şênî Mihyedîn ji gundê Şeytana yê naçeya Mabeta ye. Niştedagîr mala wî bi 800 $ firot niştedagîrekî din ji Xûtaya Rojhilat ku li taxê karê mamostetiyê dike.
Her wiha mala şênî Cuma Mistefa(Avrazî) li taxa Efrîna Kevn bi 900 $ hat firotin. Tiştê balkêş ku ev mal di nava salekê de cara sêyemîn e û li pey hev tê firotin.
Piştî ku bajarê Efrînê sala 2018 bi temamî ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve hat dagirkirin, bajar li ser milîsan hat parvekirin ku her milîsinan taxeke bajêr kontrol kir û dest bi talan û diziyê kirin. Her wisa malên koçberan jî desteser kirin.
Li gorî çavdêran bazirganiya bi mal û milkên Efrînê li vê dawiyê, bi beşdarbûna çeteyên “Ceyş El-Wetenî” ji çeperên şer ên Azerbeycanê re bêtir çalak bû.