AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn darên zeytûnê yên zeviyên şêniyên Maratê û gundê Mezin bê serûber dibirin û piştre dibin dikanên firotina êzingan.
Nûçegihan teqez kir ku çekdar bi motorsikletan darên birî, dibin dikana êzingan ku ew jî li nêzîkî garaja Efrînê li ser rêya Cindirêsê dikeve û wiha dewam kir; çekdar birîna daran ji xwe re kirine karekî rojane û bi taybet bi hatina zivistanê re, daran bi awayekî zêde dibirin û pê debara jiyana xwe dikin.
Nûçegihanên Afrinpostê di demên berê de jî destnîşan kirin ku milîsên dagirkeriyê bê serûber darên heraj û zeytûnan ên temen mezin dibirin ku hem difiroşin û hem jî xwe il ber germ dikin. Milîs êzingan deverinan li aliyê gundan kom dikin û piştre derbasî Tirkiyê dikin.
Her wiha ji dema ku herêma Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de hatiye dagirkirin, dagirkeriyê û milîsên wê ve bi bihaneya hebûna şaneyên veşartî yên Hêzên Parastina Gel YPG bi hezar darên heraj û zeytûnê şewitandine û hêjî dişewitînin.