AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî îro bi êvarê careke din hinek gundên herêmên Şehbayê bi mûşek û hawanan topbaran kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî vê êvarê çend gundên Şehbayê topbaran kirin, lê derbarê zirarên madî û mirovî ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.
Li gorî nûçegihan, dagirkeriyê bêtirî 15 top û mûşek li gundê Şewarxe, Malikiyê, Merenaz û Kela Şewarxe dan û heta amadekirina nûçeyê topbaran berdewam bû.
Herêmên Şehbayê rojane bi topbarana dagirkeriyê û çeteyên wê re dimîne û tevî hebûna hêzên Rûsî ku qaşo rola garantor dilîzin, lê êrîş li ser herêmê her berdewam in.