Milîsên “Feyleq El-Şam” li derbasgeha Xezawiyê bacan disepînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bê serûber bacan li ser barkêşên bi madeyên xwarin û sotemeniyê barkirî û di rêbenda wan a li nêzîkî gundê Xezawiyê yê Şêrawayê re derbas dibin, disepînin.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku milîsên li ser rêbendê wiha bacan disepînin;

– Otomobîlên bi sebzeyan barkirî 30000 L.S

– Barkêşên mezin ên bi madeyên xwarinê barkirî 50000 L.S û yên biçûk 20000L.S

– Li ser her seriyê dewarekî jî 5000 L.S

– Li ser her bermîleke mazot ku ji Efrînê ber bi Idlibê ve derdikeve 10000L.S

Di çarçoveyeke girêdayî wê de, bi dehan ji çekdar û xwediyên wan ên niştedagîr ji ber rewşa jiyanî ya zehmet û nebûna xizmetguzariyê xwepêşandanek li navenda navçeya Raco li dar xist.

Related posts