Bi bihaneya qedexekirina teqînan… dagirkeriyê têketina Efrînê tenê bi rêya Tirkiyê hiştiye

AFRINPOST- Taybet

Dagirkeriya Tirkî tenê bi rêya derbasbûna di nava Tirkiyê re, rê dide ku welatiyên Sûrî derbasî Efrîna dagirkirî bibin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku dagirkeriya Tirkî rêya derbasbûna Efrînê tenê bi rêya erdê xwe hiştiye, wekî din bi bihaneya qedexekirina teqînan ti kesî û di ti rêyeke din re derbasî Efrînê nake.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên “Firqeya El-Hemze” roja Sêşema derbasbûyî rê neda nêzîkî 50 xortî hem yên Kurd û hem jî yên Ereb di aliyê Ezazê re derbasî Efrînê bibin, ji ber vê yekê xort careke din vegerîn bajarê Helebê û wiha dewam kir; milîsan ji her xortekî beramberî têketina Efrînê 400$ xwest û bi vî awayî di bin ala artêşa Tirk a dagirker de wê xort derbasî herêma Efrînê bikirana.

Dagirkeriya Tirkî bi zanabûn û bi bihaneya qedexekirina teqînan rê li ber şêniyên Efrînê yên resen digire. Her wiha dema kesek bixwaze bi rêya erdê Tirkiyê derbasî Efrînê bibe, ji aliyê milîsên li ser rêbendên kontrolê ve tên tengavkirin.

Di vê derbarê de yê bi navê Beşar Yaşlî ku ji bajarê Marê ye, li ser rûpela xwe ya Facebookê bûyerek parve kir. Beşar Yaşlî dibêje ku çekdarên milîsan gotinên xerab ji wî re gotin û bi zorê li telefona wî venêrîn.

 

Related posts