AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê lêgerîna li parçeyên dîrokî û şûnwarî li geleke deverên şûnwarî yên herêma Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Dagirkerî û milîsan bi maşîneyên giran wek buldozeran deverên şûnwarî dikolin û radikin da ku parçeyên dîrokî bibînin.
Di vê derbarê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên pêbawer hat agahdarkirin ku desthilatên Tirkî ji beriya 2 hefteyan ve, bi maşîneyên giran dest bi kolandin û rakirina devereke şûnwarî li Sarînceka Şabo ku li ser rêya diçe gundê Badîna yê navçeya Raco dikeve, kirin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku karên kolanê di nava rojê de berdewam e ku heta gihîştiye nava zeviyên zeytûnan û zirareke mezin bi zeviyên şêniyan kirine.
Çavdêr dibînin ku ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve, wêran û talankirina deverên dîrokî û şûnwarî ji armancên wan ên sereke ne. Balafirên dagirkeriyê 28`Çile devera Eyndarê ya şûnwarî û tevî ku ti şervan li wir tunebûn, topbaran kir ku di encamê de qada perestgeha Eyn dare bi gelek êrîşên asîmanî wêran kir.