Çekdarên Ixwanî 40 dar li baxçeyê di navbera gundê Maratê û bajarê Efrînê birîn

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî bi dehan ji darên di navbera gundê Maratê û bajarê Efrînê birîn û bi vî awayî dagirkeriya Tirkî di wêrankirina xwezaya Efrînê de berdewam e.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên Ixwanî 40 darên herajê li nêzîkî kenala avê, di navbera bajarê Efrînê û gundê Maratê de birîn û kirin êzing hem ji bo firotinê û hem jî ji bo agirdankan(germkirin)

Nûçegihan da zanîn ku li gorî şêniyên herêmê, otomobîleke Kia û yeke Van ku 20 çekdar tê de hebûn, ji beriya derdora hefteyekê hatin û bi birekan di nava 5 seatan de dar birîn û bi xwe re birin û wiha dewa kir; şêniyan bi dehan berê xwe didan cihê ku milîsan darên wê birîn.

Nûçegihan got ku beriya demekê xortinan ji bo bêhndanê sardana wî cihî kirin û piştre bi deh rojan careke din çûn heman cihî, lê belê ew xort şaş man, ji ber ku dar hemû hatibûn birîn, gotin qey wan navnîşana cî şaş kirine.

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê teqez kir ku temenê van daran 30 salî ne û got hêjî çandina van darên ku hatine birîn, tê bîra min.

Têkildarî wê, dîmenên kokên darên birî li ser sosyal medaya hatin belavkirin û Afrinpost bi dest xistin.

Hat zanîn ku milîsên dagirkeriyê û niştedagîran, hemû darên herajê yên taxa Mehmûdiyê birîn û ew dever niha bûr ango bê darûber maye.

 

 

 

 

 

Related posts