Milîsên malbatî ya li bajarokê Zehrayê otomobîleke Heyva Sor a Kurd desteser kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku çekdarên malbatekê li bajarokê Zehrayê bi zanabûn ambulandeke Heyva Sor a Kurd li herêmê desteser kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku rêxistina mirovî(heyva sor) ku xizmeta hemû şêniyên herêmê di nava wê de şêniyên Nibul û Zehrayê, her car rêya ku Şehba, Şêrawa û heta bajarokê Nibul û Zehrayê digihîne hev, bi kar tîne û ti pirsgirêk dernakevin û wiha dewam kir;

Roja Înê 6’ê Mijdarê komeke çekdar a malbata “El-Xetîb” li bajarokê Zehrayê, rê li ber ambulanseke Heyva Sor a Kurd girt û ajokar û endamekî wê birin navendeke wan milîsan. Ew milîs girêdayî rêjîma Sûrî ne.

Nûçegihan da zanîn ku tîmê ambulansê rastî ti xerabiyên milîsan nehatin, lê milîsan ew agahdar kirin ku pirsgirêkeke wan bi saziyeke Rêveberiya Xweser ya li Şehbayê re heye û ew ê ambulansê desteser bikin ta ku ew pirsgirêk çareser dibe.

Piştre milîsan endamên tîmê ambulansê berdan, lê otomobîl di destê wan de ma û heta amadekirina vê nûçeyê desteserkirî ye.

Related posts