AFRINPOST-Taybet
Artêşa dagirkeriya Tirkî îro bi êvarê du gund li herêmên Şehbayê bi mûşek û topavêjan topbaran kir û hêjî heta amadekirina nûçeyê topbaran berdewam e.
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku gundê Mix û Eyn Deqnê yên navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hatin topbarankirin. Derbarê ziyanên mirovî û madî de ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.
Hemwextî topbaranê, Hêzên Rizgariyê Efrînê(HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di 2 operasyonên di hundirê bajarê Efrînê de û ji hev cuda , 5 çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kuştin, lê zêde 11 çekdar jî birîndar kirin.
HRE di daxuyaniyê de da zanîn ku wan di operasyonekê de, 6’ê Mijdarê li dijî milîsên “Cebha El-Şamiyê” li bajarê Efrînê, pêk anî, 2 çekdar kuştin û 4 jî birîndar kirin, lê zêde maşîneyeke leşkerî pûç kir.
Di operasyona duyemîn de jî ku 8’ê Mijdarê li dijî milîsên “Cebha El-Şamiyê” li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê pêk hat, 3 çekdar kuştin û 7 jî birîndar kirin ku rewşa duduyan ji wan giran e.