Bi dîmen xwepêşandaneke girseyî li dijî dagirkeriya Tirkî li Efrînê

AFRINPOST-Taybet

Koçberên Efrînê roja Pêncşemê li herêmên Şehbayê xwepêşandaneke gireseyî li dar xist.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku xwepêşanderan dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ji Efrînê re şermezar kir û daxwaza rizgarkirina wê kir.

Bi sedan ji koçberên Efrînê li pêşiya stada navçeya Babinsê li kantona Şehbayê bi şaxên zeytûnan tevlî xwepêşandanê bûn. Her wiha wêneyên binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirkî derheqê şêniyên Kurd de rakirin.

Şêniyan durişmeyên dagirkeriyê Tirkî û komkujiyên wê li dijî Efrîn û bakurê Sûrî bi dawî bikin! Bê Efrîn jiyan nabe! Efrîn a me ye! Berz kirin.

Xwepêşandan li kolanên navçeya Babinsê yê Şehbayê geriya, dayîkan lîlî kirin û wêneyên şehîdên berxwedana Efrînê rakirin. Dema xwepêşander gihîştin qada sereke deqeyeke rêzgirtin sekinîn. Piştre cîgirê hevserokatiya meclisa kantona Efrînê Mihemed Ebdo û endama kongreya Star Eyşe Mehmûd axivîn, lê zêde li ser navê meclisa kantona Şehbayê birêz Ehmed Selame axivî.

Axêveran balkişandin li ser sergirtina binpêkirin û sûcên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve tên kirin û teqez kirin ku heta rizgariya Efrînê, wê li ber xwe bidin.

Related posts